Li rojhilatê germa hewayê li gor demsalê ye

Li herêmê germa herî kêm di bin sifrê da bi 13 pileyî va li Erdexanê hat pîvan...

Li rojhilatê germa hewayê li gor demsalê ye

Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germa herî kêm di bin sifrê da bi 13 pileyî va li Erdexanê hat pîvan.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be.

Li herêmê germ wê li gor demsalê be.

Bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifrê da li Erdexanê 13, li Qersê 11, li Erziromê 10, li Agiriyê 6, li Îdirê 2 û li Erzincanê pileyek hat pîvan.

Nava rojê germa herî zêde li Îdirê 6, li Erzincanê 5, li Qersê 3, li Agirî û Erdexanê 2 û li Erziromê pileyek tê payîn.

Li herêmê piştî ku berf barî qalindahiya berfê jî li Erziromê 9, li Agirî û Erdexanê 3 santêm e.

Rayedaran ji bo qerm cemed û mijê hişyarî da ku şofêr baldar bin.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Kanûn 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE