Li rojhilatê germahî dakete bin sifirê

Li 4 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê germahî dakete bin sifirê.

Li rojhilatê germahî dakete bin sifirê

Hat ragihandin li Erzirom, Agirî, Erdexan û Qersê germahî dakete bin sifirê.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê kêmewrayî û sayî be. 

Germahiya hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla bakur va ba wê dem demî kêm û hin caran jî nîvqewî rabe. 

Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 9 pile, li Erzincanê 5 pile, li Qersê di bin sifirê da 6 pile, li Erdexanê di bin sifirê da 4 pile, li Agiriyê di bin sifirê da 2 pile û li Erziromê di bin sifirê da pileyek hat pîvan. 

Li herêmê germahiya hewayê ya herî zêde li Erzincanê 26, li Îdirê 23, li Agiriyê 22, li Erziromê 21, li Qersê û Erdexanê jî 18 pile tê texmînkirin. 

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2019, 10:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE