Li Rojhilatê germahî di asta demsalê da ye

Li Rojhilatê Anadoluyê germahî dê di asta demaslê da be

Li Rojhilatê germahî di asta demsalê da ye

Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadolugermahî dê di asta pileyên demaslê da be.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê perçe û kêm ewrayî be.

Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, herwiha ba jî dê ji milê rojava û başûr nerm, hinek carî jî nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî nizim li Erdexanê 7, li Qersê 9, li Erziromê 11, li Agiriyê 12, li Tunceliyê 16, li Erzinganê 17 û herwiha li Îdirê jî 20 pile hat pîvan.

Germahiya nava rojê jî dê li Tunceliyê 36, li Îdirê 35, li Erzinganê 34, li Agiriyê 32, li Qersê 31, li Erziromê 30 û herwiha li Erdexanê jî 27 pile be.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Tîrmeh 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE