Li Rojhilatê germahî ket binê sifirê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahî ket binê sifirê.

Li Rojhilatê germahî ket binê sifirê

Li Agirî û Erdexana li Herêma Rojhilatê Anadolugermahî ket binê sifirê.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be û herwiha li hin ciyan jî dê bûsî çêbe. 

Li herêma ku germahî dê di asta pileyên demsalê da be, ba wê ji milê bakur va nerm, car caran jî nîveqewî rabe. 

Bi şev pileya hewayê ya herî nizim li Îdirê 5, li Erzinganê 4, li Tunceliyê 3, li Erziromê 2, li Qersê 1, di bin sifirê da li Agiriyê 2 û li Erdexanê jî pileyek hat pîvan. 

Bi roj jî pileya herî bilind a germahiyê dê li Tunceliyê 17, li Îdirê 13, li Erzinganê 11, li Agiriyê 10, li Qers û Erziromê 9 û li Erdexanê jî 8 pile be.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2018, 14:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE