Li Rojhilatê germahî wê zêde be

Li herêmê li bajarên Erzirom, Erzingan, Qers, Erdexan, Agirî û Erdexanê germahiya hewayê wê li gor demsalê zêde be

Li Rojhilatê germahî wê zêde be

Hat ragihandin li 6 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê germahî wê li gor demsalê zêde be.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê kêmewrayî û sayî be.

Li Erzirom, Erzingan, Qers, Erdexan, Agirî û Erdexanê germahiya hewayê wê li gor demsalê zêde be, ji hêla bakur va ba wê dem demî kêm û hin caran jî nîvqewî rabe.

Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê pileyek, li Qersê 2, li Agiriyê 4, li Erziromê 5, li Erzincanê 9 pile û li Îdirê jî 11 pile hat pîvan.

Li herêmê germahiya hewayê ya herî zêde li Erzincanê 29, li Îdirê 28, li Agiriyê 25, li Erzirom û Qersê 24, li Erdexanê jî 22 pile tê texmînkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE