Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm a bi şev bi 27 pileyan va li Agiriyê hat pîvan.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li tevahiya herêmê hewa wê parçe ewrayî û kêm ewrayî be, nîvê şevê û serê sibê cemed û hişkî, cih cihan jî mij û dûman wê çêbe.
Li herêmê germahî wê li gor asta demsalê kêm be, ba jî wê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 6, li Erzinganê 5, li Îdirê 4, li Erziromê 2, li Qersê pileyek, di binê sifirê da li Agiriyê 14, li Erdexanê jî 9 pile be.
Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Agiriyê 27, li Erdexanê 23, li Qersê 20, li Erziromê 13, li Îdirê 10, li Erzinganê 7, li Tunceliyê jî 6 pile hat pîvan.AA