Li Rojhilatê germahiya herî kêm li Agiriyê hat pîvan

Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm bi 25 pileyan va li Agiriyê hat pîvan

Li Rojhilatê germahiya herî kêm li Agiriyê hat pîvan

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm a bi şev bi 25 pileyan va li Agiriyê hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û kêm ewrayî be.

Tê texmînkirin li herêmê nîvê şevê û serê sibê cemed û hişkî, cih cihan jî mij û dûman wê çêbe.

Li herêmê germahî wê li gor asta demsalê kêm be, ba jî wê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 5, li Îdirê 4, li Erzinganê 2, li Erziromê 0, di binê sifirê da li Qersê pileyek, li Erdexanê 8 û li Agiriyê jî 10 pile be.

Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Tunceliyê 5, li Îdirê 8, li Erzîncanê 9, li Erziromê 13,  li Erdexanê 15, li Qersê 18 û li Agiriyê jî 25 pile hat pîvan.

Îdir

Li Îdirê ji ber hewaya sar hin çem û kanî qerisîn.

Li bajêr germa hewayê di binê sifirê da heta 8 pileyan kêm bû.

Li gundên di binê berfê da man jî welatiyan berfa li ber malên xwe paqij kirin.

Tuncelî

Li Ovacika navçeya Tunceliyê rewşa hewayê ya sar tesîreke nebaş li ser jiyanê dike.

Li navçeyê germa hewayê dakete binê sifirê, çeman qeşa girt û li ser dar û beran jî qirawî çêbû.

Agirî

Li Agiriyê çem û robar ji ber hewaya sar qerisîn.

Ji bo ku wesayîtên wan ji sermayê zirarê nebînin welatiyan naylon û betaniya avêtên ser wesayîtên xwe.

Paceyên kargeh û malan qeşa girt.

Xwendekarên ji Endonezyayê gotin ewl hewl didin herin zanîngehê û hînî vê hewaya sar bibin.

Qers

Li Qersê jî çem û qismeke Bendava Qersê qeşa girt.

Li banê avahiyan şembelûk çêbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE