Li Rojhilatê germahiya hewayê wê ji ya demsalê zêdetir be

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û sayî be, bi şev û ber destê sibê mij û moranê hebe.

Li Rojhilatê germahiya hewayê wê ji ya demsalê zêdetir be

Tê texmînkirin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ew ê qasî 4-6 pileyan ji ya demsalê zêdetir be.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û sayî be, bi şev û ber destê sibê mij û moranê hebe.

Germahiya hewayê ew ê qasî 4-6 pileyan ji ya demsalê zêdetir be û bayê ji aliyê bakurê rojhilatê ra rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Qers û Erdexanê di binê sifirê da 3, li Agiriyê di binê sifirê da 2, li Erziromê 0, li Erzincanê 4, li Îdirê 9, li Tunceliyê 10 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi şev germahiya hewayê li Tunceliyê 21, li Erzincanê 20, li Agiriyê 16, li Îdirê 15, li Erziromê 14, li Erdexanê 13, li Qersê jî 12 pile be.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE