Li Rojhilatê herêma behra reş hezaz

Li navçeya Arakliyê ava Çaya Kaşikçiyê da ser xaniyan

Li Rojhilatê herêma behra reş hezaz

Li Rojhilatê herêma behra reş ji ber barana zêde cobar û newal di ser de çûn û hezaz çêbûn. ava cobara li navçeya arakliya trabzonê rabû û avê da ser hin xaniyan. her wiha li navçeya çayeliya rizeyê jî ava sûlava axaranê bilind bû û rê hat girtin.

Li Rojhilatê Herêma Behra Reş ji ber barana zêde lehî rabûn û hezaz çêbûn.

Li navçeya Arakliya Trabzonê Çaya Kaşikçiyê di ser de çû û qetên xwarê û bodrûmên xanî û kargehan di bin avê de man.

Ava Sûlava Axaranê ya li navçeya Çayeliya Rizeyê jî rabû û da ser rê.

Kuçe û kolan bûn gol.

Ji ber barana zêde li navçeya Altinorduya Orduyê jî dîwarê îstinadê yê lîseyekê bi gurmîniyeke mezin xera bû.

Ew dem jî ket bera kamerayan.

Ji xwedê tu tişt bi tu kesî nehat, lê belê li lîseyê rojek betlane hat îlankirin.

Dîroka nûkirinê: 05 Cotmeh 2018, 16:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE