Li Rojhilatê hewa pir germ dibe

Li Erzirom, Erzincan, Qers, Îdir, Agirî û Erdexanê germa hewayê wê di navbera 3 û 7 pileyan da zêde bibe

Li Rojhilatê hewa pir germ dibe

Li 6 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê sê rojan hewagerm bibe.

Li gor daxuyaniya Navenda Texmîna Herêmê û Hişyariyê ya Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê, ji îro pê va heta pêncşemê saet 18.00î li Erzirom, Erzincan, Qers, Îdir, Agirî û Erdexanê germa hewayê wê di navbera 3 û 7 pileyan da zêde bibe.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku kal û pîr, zarok û kesên nexweşiya kronîk bi wan ra heye di serî da bira welatî di navbera saet 11.00 û 15.00î da dernekevin ber tavê û xwe ji germê biparêzin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku bira welatî dernekevin ber tavê, heke ne mecbûr bin di navbera van saetan da dernekvin derva, xwe bidin ber sîhê, karên giran nekin, sporê nekin, cil û bergên zirav, rengvekirî û fireh li xwe bikin, sîwanê bidin ser serê xwe an jî şawqeyan bidin serê xwe, yek jî carê carekê serê xwe bişûn, xwirekên giran û rûnî nexwin û xwarin û vexwarinên avî bixwin û vexwin.

Dîroka nûkirinê: 25 Hezîran 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE