Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar bi 32 pileyê binê sifirê va li Ağrıyê hat pîvandin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku hewayê ewrsayî û sayî be, ber destê sibê cemedê çêbe dibe ku mij bikeve.
Li herêmê germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê dewam bike, bayê ji aliyê bakur ra rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Ağrıyê di binê sifirê da 32, li Ardahan û Karsê di binê sifirê da 24, li Erzurumê di binê sifirê da 20, li Îdir û Erzincanê di binê sifirê da13 û li Tunceliyê di binê sifirê da 10 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tunceliyê 4, li Erzincanê di binê sifirê da 2, li Ardahan û Iğdırê di binê sifirê da 3, li Karsê di binê sifirê da 5, li Erzurumê di binê sifirê da 7 û li Ağrıyê di binê sifirê da 15 pile be.
Qalindahiya berfê li Palandokenê 106, li Sariqamîşê 62, li Qonaxliyê 43 santêm hat pîvandin.
Dibe ku bi şev û ber destê sibê cemed çêbe, mij bikeve, pûk rabe û li herêmên berpal aşît bikeve ji ber vê ji welatiyan hat xwestin ku bira baldar bin û tevdîrên xwe hildin.AA