Li Rojhilatê hewaya sar

Li Ağrı, Kars û Erzurumê hewaya sar tesîrê li ser jiyana mirovan dike.

Li Rojhilatê hewaya sar

Li Ağrıyê ji ber hewaya sar depoyên sotemeniyê ya wesayîtan qeşa girt. Welatiyên ku depoya wesayîtên wan qeşa girtiye hewl dan bi ava germ va qeşayê bihelînin ku bikaribin wesayîtên xwe bixebitînin.

Hin welatiyan jî betanî, xalîçe û branda avêtin ser wesayîtan.

Qismeke Çemê Taşliçayê û Çemê Muradê jî qeşa girt.

Ji ber qeşayê welatî bi zehmetî dimeşin.

- Kars

Li Karsê ji ber berfê bajêr bi rengê spî nixûmî û dîmenên xweş derketin holê.

Li navçeya Susuzê Gola Aygirê ya ku bilindahiya wê 2 hezar û 300 mêtro bilind e bi berfê nixûmî. Kesên weneyan dikşîninin hatin navçeyê ku dîmenên çiyê bikşînin.

Li navçeya Sarıkamışê jî hewa sar e, mij û qirawî heye.

Dar û beran qirawî û kaniyan jî qeşa girt.

- Erzurum

Li Erzurumê ji ber berfê hewzên xemlê yên li bajêr qeşa girt.

Serê sibê jî li bajêr mij û dûman çêbû.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2020, 17:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE