Li Rojhilatê hişyariya berfê

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê pir ewrayî be û car caran ji wê berf bibare. 

Li Rojhilatê hişyariya berfê

Meteorolojiyê ji bo 4 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya hişyariya berf, cemed û qeşayê da.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê pir ewrayî be û car caran ji wê berf bibare. 

Li herêmê hişkî, cemed û çêbibe, germahiya hewayê jî wê li gor demsalê normal be. Ji hêla başûr va car caran ba wê rabe. 

Germahiya herî zêde ya di nava rojê da wê li Wanê 3, li Mûşê 0, di bin sifirê da li Hekarî û Bidlîsê jî wê 1 pile be.

Germahiya hewayê ya herî kêm li Wanê di bin sifirê da 8 pile, li Mûşê 10, li Hekariyê 14 û li Bidlîsê jî 15 pile hat pîvan.

Li Gola Wanê hewa wê pir ewrayî be û wê berf bibare. Li ser golê ji hêla bakur û bakurê rojhilat va jî ba û bahoz wê çêbibe.

Rayedaran hişyarî dan ku ji ber hişkî, cemed û mijê bila şofêr baldar û bi tevdîr bin. 

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE