Li Rojhilat hişyariya cemed û seqemê

Li gor daxuyaniyê li hemû herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be, berf û baranê bibare û şilopeyê çêbe.

Li Rojhilat hişyariya cemed û seqemê

 Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê ji ber cemed û seqemê hişyarî da welatiyên li Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê dijîn da ku baldar bin.

Li gor daxuyaniyê li hemû herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be, berf û baranê bibare û şilopeyê çêbe.

Danê şev û serê sibê cemed û seqem wê çêbibe.

Germahiya hewayê wê zêde neguhere, ji hêla rojhilat û başûrê rojhilat va ba wê rabe.

Li Gola Wanê hewa wê pir ewrayî be, êvarê pê va jî şilopeyê bibare.

Tê texmînkirin germahiya herî zêde ya rojê wê li Wanê 6, li Bidlîsê 3, li Hekarî û Mûşê jî 5 pile be.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Mezin a Wanê rêya 33 tax û gundan ên ji ber berfê hatibûn girtin, hatin vekirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE