Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilata Anadoluyê qeşa û cemed tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê pir ewrayî be, germahî wê li gor demsalê be.
Li herêmê ba wê ji aliyê başûr va rabe û cî bi cî mij û dûman wê çêbibe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erzincanê 3 pile, li Îdirê pileyek, li Erdexanê di binê sifirê da 8 pile, li Qersê di binê sifirê da 5 pile, li Erziromê di binê sifirê da 4 pile, li Agiriyê di binê sifirê da 3 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde wê li Erzincanê 8 pile, li Îdirê 7 pile, li Qersê pileyek, li Erziromê 0 pile, li Agiriyê di binê sifirê da pileyek, li Erdexanê jî di binê sifirê da 6 pile be.
Li navendên şiqitandinê qalindahiya berfê li Palandokena Erziromê 58, li Sariqamîşa Qersê 54, li Ergana Erzincanê 40 santêm hat pîvan.
Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku ew j ber qeşa, hişkahî û mijê bila hişyar bin û tevdîrên xwe bibînin.AA