Li Rojhilatê hişyariya qeşa û cemedê

Ji bo Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê hişyariya qeşa û cemedê...

Li Rojhilatê hişyariya qeşa û cemedê

Meteorolojiyê ji bo 4 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya qeşa û cemedê da.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê pir ewrayî be. 

Li herêmê hişkî, cemed û çêbibe, germahiya hewayê jî wê li gor demsalê normal be. Ji hêla rojhilatê va car caran ba wê rabe. 

Germahiya hewayê ya herî kêm li Wanê di bin sifirê da 8 pile, li Mûşê 10, li Hekariyê 14 û li Bidlîsê jî 15 pile hat pîvan.

Germahiya herî zêde ya di nava rojê da wê li Wanê 3, di bin sifirê da li Hekarî û Bidlîsê 3 û li Mûşê jî wê 1 pile be.

Rayedaran hişyarî dan ku ji ber hişkî, cemed û mijê bila şofêr baldar û bi tevdîr bin.

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE