Li Rojhilatê hişyariya şepe, cemed û mijê

Meteorolojiyê ji bo Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê hişyariya şepe, cemed û mijê kir

Li Rojhilatê hişyariya şepe, cemed û mijê

Meteorolojiyê ji bo 4 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya şepe, cemed û mijê kir.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 42emîn tê texmînkirin ku li giştiyê herêmê hewa wê pir ewrabî be û car caran berf wê bibare. 

Li herêmê hişkahî, cemed, mij û dûman wê çêbibe, germahiya hewayê jî wê li gor demsalê normal be.

Ji hêla bakur va car caran ba wê çêbibe.

Germahiya hewayê ya herî kêm li Wanê di bin sifirê da 3 pile, li Bidlîsê di bin sifirê da 5 pile, li Hekariyê di bin sifirê da 7 pile û li Mûşê jî di bin sifirê da 2 pile hat pîvan.

Germahiya herî zêde ya di nava rojê da jî wê li Wan û Mûşê pileyek, li Bidlîsê di bin sifirê da 2 pile, li Hekariyê sifir pile be.

Rayedaran hişyarî dan ku ji ber hişkî, cemed û mijê bila şofêr baldar û bitevdîr bin. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE