Ji bo parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê Van, Bitlis, Hakkarî û Mûşê hişyariya şepe, qerm û hişkiyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be.
Li herêmê germahiya hewayê dê di asta demsalê da be û ba ji aliyê bakur û rojhilat nerm û car caran jî nîveqewî were. Li Gola Vanê jî ji rojhilat û bakurê rojhilat bi hêza 2-4 kîlometreyî were.
Her wisa tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Vanê 10, li Hekariyê 8, li Mûşê 9 û li Bidlîsê jî 3 pile be.
Ji ber zêdebûna germahiyê û zêdebûna maweya dîtina tîrêjên tavê li berpalên bilind ên ku lê berf zêde ye, xetereya şepeyê heye û lewma jî hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin û tevdîrên xwe hildin.AA