Ji ber sînordarkirina derketina derva ya di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da li Van, Muş, Bitlis û Hakkariyê kuçe û kolan bêdeng in.
Li Wanê ji ber sînordarkirina derketina derva ku dê li hemû Tirkiyeyê heya duşemê saet 05.00an bidome, kolanên herî qelebalix Cumhuriyet, Kazim Karabekir û Meydana Beşyolê xalî bûn.
Ekîban li hin ciyên bajêr kontrola pabendbûna tedbîran pêk anîn.
Her wisa li Muş, Bitlis û Hakkariyê jî kuçe û kolan ji ku welatî pabendî sînordarkirinê bûn, xalî man.
Ekîbên polêsan li ciyên diyar ên bajêr, belgeyên welatiyên derketin derva kontrol kirin û her wisa li hin taxan jî bi anonsê welatî hişyar kirin ku pabendî sînordarkirinê bin.
AA