Li Rojhilatê li 6 parêzgehan tavî dê were

Ji serê sibehê şûnda li rojhilatê bakurê Erziromê û li dewrûbera Qers û Erdexanê û herwiha ji danê nîvro şûnda jî li Agirî, Îdir û Erzinganê binavber tavî dê were.

Li Rojhilatê li 6 parêzgehan tavî dê were

Hat ragihandin ku tê texmînkirin, li 6 parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tavî dê were. 

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê perçe ewrayî be. 

Herwiha tê pêşbînîkirin ku ji serê sibehê şûnda li rojhilatê bakurê Erziromê û li dewrûbera Qers û Erdexanê û herwiha ji danê nîvro şûnda jî li Agirî, Îdir û Erzinganê binavber tavî dê were.

Li herêma ku germahî dê di asta pileyên asayî yên demsalê da be, ba jî dê ji milê bakur nerm, car carî jî nîveqewî rabe. 

Nîvê şevê germahiya herî nizim, li Erzirom, Agirî û Qersê 12, li Erdexanê 13, li Erzinganê 18 û herwiha li Îdirê jî 20 pile hat pîvan. 

Nava rojê jî pileyên herî bilind ên germahiyê dê li Erzinganê 32, li Îdirê 31, li Agirî û Erziromê 27, li Qersê 25 û herwiha li Erdexanê jî 23 pile be.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 12:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE