Li Rojhilat rewşa hewa

Li rojhilatê welêt sir û seqem di demsala biharê da jî bi bandor e

Li Rojhilat rewşa hewa

Li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê sir û seqem di meha ewil a biharê adarê da jî tesîra xwe didomîne.

Li Erziromê barîna berfê ya ku seranserî hefteyê dewam kir, vegerand sir seqemê. Bi tesîra sermayê rê û peyarêyan cemed girt.

Li bajêr nîvê şevê germahiya hewayê di bin sifirê da 11 pile hat pîvan.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin û yên Rêbejayê xebatên verotina cemedê û rêxwêkirinê dikin.

- Li Qers û Erdexanê rêyan cemed girt

Li Qers û Erdexanê jî bi tesîra sir û seqemê rê û peyarêyan cemed girt.

Ekîbên şaredariyê yên berfê xebatên xwe meşandin. 

Her wisa li ciyên bilind ên herdu bajaran barîna berfê û bager bi bandor e.

Nîvê şevê germahiya hewayê di bin sifirê da li Agiriyê 26, li Qersê 16 û li Erdexanê jî 10 pile hat pîvan.

Li Agiriyê beşeke Çemê Muradê qerimî, qiraviyê avêt dar û nebatan.

Li bajêr camên mal û kargehan cemed girt, baniyan şembelîk girt.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE