Li 5 bajarên Rojhilatê Anadoluyê berf dibare û sir û seqem jiyanê dixe tengasiyê.
Berfê bişev li Erzirom, Erdexan, Qers, Îdir û Agiriyê gur kir.
Berf hê bêhn bêhn dibare û deverên bilind ên Îdirê û hemû bajarên din di binê berfê da spî bûn.
Ji ber berfa ku barî şofêra û rêwiyan di kuçe û kolanan da tengasî kişand.
Welatiyên ku serê sibê berê xwe dan kargehên xwe, berfa ser wesayîtên xwe avêtin, esnafan jî berfa pêşiya kargeha xwe avêt.
Li van bajaran ji ber berf û cemedê hin wesayît şiqitîn û paşê sekinîn.
Li Qersê qalindahiya berfê li navenda bajêr derket 30 santêmî, li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê ya li navçeya Sarîqamişê qalindahiya berfê derket 60 santêmî.
Ji welatiyên Qersî Aytur Ayata diyar kir, wî berfa ser wesayîta xwe paqij kir û wiha dewam kir, "Derbiharê çima ev qas berf barî, me fêm nekir. Gelek barî, maşellah seba axê bereket e. Berf bereket e. Ji bo hişkahiyê divê berf bibariya. Baş bû."
Li Îdirê jî cî bi cî bager rabû û ji ber bagerê rêya Îdir-Agiriyê û Îdir-Qersê çûyîn û hatina wesayîtan bi kontrolî dewam dike.
Li 5 bajarên ku berf dibare û sar e, ekîbên Rêbejan û Îdareya Taybet a Bajêr û ekîbên şaredariyên bajar û navçeyan berfa ser rê û peyarêyan verot û rê û peyarê xoyê dikin
AA