Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya herî nizim, 21 pile di bin sifirê da, li Goleya navçeya Ardahanê hat pîvan.

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya herî nizim, 21 pile di bin sifirê da, li Goleya navçeya Ardahanê hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li giştiyê herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be. Herwiha nîvê şevê û destê sibehê hişkî û cemed, cih cihan jî mij û bûsî dê çêbe.

Li herêma ku germahî dê di ser asta demsalê da be, ba jî dê ji milê başûr nerm, carinan jî nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî nizim, di bin sifirê da li Karsê 11, li Ağrıyê 8, li Ardahanê 7, li Erzurumê 6, li Iğdırê 4, li Tunceliyê 3 û li Erzincanê jî pileyek hat pîvan.

Li Goleya navçeya Ardahanê jî di bin sifirê da 21 pile hat pîvan ku pileya herî nizim a germahiyê ya li herêmê ye.

Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde dê li Erzincan û Îdirê 10, li Tunceliyê 9, li Karsê 7, li Ağrı û Ardahanê 6 û li Erzurumê jî 4 pile be.

Rayedaran destnîşan kir ku li herêmê bi giştî ji ber ku hişkî û serma dê çêbe, divê welatî û kesên eleqedar li hemberî rewşên nexweş baldar û bi tedbîr bin.

Li navendên kaşûnê sitûriya berfê jî li Palandokenê 50, li Sarikamışê 25 û li Konakliyê jî 17 santîmetre hat pîvan.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE