Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li herêmê piştî ketina berfê li Erzincan, Tunceli û Karsê rêyên 191 gundan hatin girtin.

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Berfa ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dibare li ser jiyanê tesîreke neyênî dike.

Li herêmê ji ber barîna berfê li Tunceliyê rêyên 139, li Erzincanê li navçeya Refahiyeyê 45, li navçeya Kemahê 4, herwiha li Sarikamışa navçeya Karsê jî rêyên 3 gundan hatin girtin.

Ji bo vekirina rêyan ekîbên paqijkirina berfê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê xebatên xwe didomînin.

Li Erzincanê xebatên rêvekirinê ji hêla 4 ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê bi beşdariya 4 greyder, 2 kamyonên bikêr û 2 jî kepçe va dewam dikin.

- Li herêmê bi giştî barîna berfê dê dewam bike

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi giştî hewa dê pir û perçe ewrayî be.

Heta danê nîvro li navenda Erzurumê û navçeyên wê yên rojava, heya danê êvarê jî li dewrûbera Erzincanê dem demî şilope û berf dê bibare û herwiha ber êvarê jî hişkî, cemed û mij dê çêbe.

Li herêmê herwisa germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji milê rojhilat û başûrê rojhilat nerm, carinan jî nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî nizim, li Erzincanê 4, li Tunceliyê sifir, di bin sifirê da li Iğdırê 1, li Ardahan, Ağrı û Erzurumê 3 û herwiha li Karsê jî 5 pile hat pîvan.

Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde dê li Iğdırê 6, li Erzincanê 5, li Tunceliyê 3, li Erzurum û Ardahanê 2 û li Kars û Ağrıyê jî pileyek be.

Li herêmê sitûriya berfê li Ağrıyê 10, li Karsê 8, Erzurumê 6, Ardahanê 2, li navendên kaşûnê jî li Palandokenê 28, li Cibiltepeyê 26 û li Erganê jî 34 santîmetre hat pîvan

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Kanûn 2019, 12:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE