Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da 13 pileyî li Karsê hat pîvan.

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û sayî be. 

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla rojhilat û başûrê rojava va jî ba wê rabe.

Germahiya hewayê li Tunceliyê sifir pile, li Karsê di bin sifirê da 13 pile, li Ağrı û Erzurumê di bin sifirê da 8 pile, li Ardahanê di bin sifirê da 6 pile, li Îdirê di bin sifirê da 3 pile, li Erzincanê di bin sifirê da 2 pile hat pîvan.

Li gor texmîna meteorolojiyê germa hewayê ya herî zêde wê li Îdirê 9 pile, li Erzincanê 6 pile, li Tunceliyê 4, li Erzurum û Karsê pileyek, li Ağrıyê jî sifir pile be.

Li herêmê qalindahiya berfê li Agiriyê 10, li Karsê 8, li Erzurumê 5, li Ardahanê 2, li navenda şiqitandinê ya Erganê 32, li Palandökenê 28 û li Cibiltepeyê 26 santêm hat pîvan.

Ji ber qeşa û hişkiyê rayedaran hişyarî dan welatiyan ku ew baldar bin.

- Li Ağrıyê hewa pir sar e

Li navçeya Elaşgirê ji ber sir û sermayê paceyên wesayîtan, mal û kargehan qeşa girt.

Şofêran li ser rêyên qeşagirtî bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin, peya bi zehmetî meşiyan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE