Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Tunceliyê ji bo vekirina rêyên 18 gundên ku ji ber berfê hatine girtin, xebata ekîbên paqijkirina berfê didomin

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê barîna berfê û herwiha sir û sermayê tesîreke neyênî li jiyanê kir.

Li Tunceliyê piştî ku dawiya hefteyê li seranserê bajêr berf barî, rêyên 18 gundan hatin girtin.

4 ekîbên Midûriyeta Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo vekirina rêyên gundan, bênavber xebatên xwe yên paqijkirina berfê didomînin.

Ji ber ku li deverên bilind li hin ciyan şepe ketiye, ekîb di xebatên xwe da zehmetiyê dikişînin.

- Kars

Li Karsê piştî ketina berfê, germahî 8 pile ket binê sifirê û şembelûk çêbûn.

Hin welatiyan jî ji ber hişkiyê wesayîtên xwe bi branda, betanî û xalîçeyan pêçan.

Li navçeya Sarıkamışê jî ji ber sir û sermayê dar û nebatan qiravî girt.

Her wiha li navçeyê bi baniyên avahiyan va şembelûk daliqîn, hin esnaf jî ji bo çîvikên ku nikarin qût peyda bikin, dan danîn ber dikanên xwe.

Esnaf Sureya Yildirim diyar kir ku di sir û sermayê da divê haya mirov ji ajelên çolê hebe û wiha dewam kir, "Ajelên çolê di hişkiyê da nikarin xwarinê bîter bikin. Em jî ji bo wan dan û genim datînin, ez dixwazim esnafê me di vê mijarê da baldar be."

- Ardahan

Li Ardahanê ji ber sermayê daran qiravî girt, dîmenên wekî postkartan çêbûn.

Welatiyan ji bo çivîkên ku di sir û şewatê da nikarin tiştekî xwarinê bibînin, qût danîn.

Yener Namligoz ku li Taxa Kapatanpaşayê qût da kevokan, diyar kir ku xwedîderketina candaran, peywireke mirovî ye û wiha dewam kir, "Hemû însanên herêmê her sibeh qût dide van. Esnafê vê derê serê sibehê ewil qût didin çivîkan. Divê em wan jî biparêzin."

Li herêma Çemê Kurayê darên bi berfê spîçîl bûn, dîmenên xweşik derxistin holê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE