Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li herêmê germa hewayê ya herî kêm di binê sifrê da 21 pileyan va li Ağrıyê hat pîvan

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tê texmînkirin berf wê bibare.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, serê sibê li herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be. Ji danê nîvro pê va jî berf wê bibare.

Şev û serê sibê qeşa, hişkî, mij û dûman wê çêbibe.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla bakur jî ba wê rabe.

Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifrê da li Ağrıyê 21, li Karsê 18, li Erzurumê 15, li Ardahan 9, li Iğdırê 7 û li Erzincanê jî 3 pile hat pîvan.

Nava rojê germa herî zêde jî li Erzincanê 2 pile, li Iğdırê 3 pile, di binê sifrê da li Kars û Erzurumê 4 pile, li Ağrıyê 6 pile û li Ardahanê 7 pile tê payîn.

Qalindahiya berfê li Karsê 4, li Erzurumê 6, li Ağrıyê 11, ji navendên kaşûnê li Palandokenê 58, li Cibiltepeyê 45 û li Erganê jî 22 santêm hat pîvan.

Rayaderan hişyarî da welatiyan ku ji ber qeşa, hişkî û mijê ew baldar û bi tevdîr bin.

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2020, 10:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE