Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî û sayî be.
Tê payîn ku germa hewayê ya herêmê li gor şert û mercên demsalê be.
Bi şev germa herî kêm di binê sifrê da li Ağrıyê 26, li Karsê 21, li Erzurumê 14, li Ardahanê 12, li Iğdırê 9, li Erzincanê 8, li Tunceliyê 7 pile hat pîvan.
Nav rojê germa hewayê ya herî zêde li Iğdırê 8, li Tunceliyê 7, li Erzincanê 6, li Karsê 2, di binê sifrê da li Ağrıyê 5, li Erzurumê 2 û li Ardahanê pileyek tê payîn.
Li navendên kaşûnê qalindahiya berfê li Palandokenê 72, li Sarıkamışê 44 û li Erganê 26 santêm hat pîvan.
Ji ber ku li tevahiya herêmê qeşa, cemed û cî bi cî mij tê payîn, rayedarên meteorolojiyê hişyarî da ku welatî baldar û bi tevdîr bibin.
Li Rojhilatê rewşa hewayê
Ji bo Herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya qeşa û cemedê hat dayîn.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE