Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Erzurum, Erzincan, Kars, Ardahan û Ağrıyê şilope û berf tê payîn

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li 5 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf wê bibare.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa ewrsayî û ewrayî tê payîn.

Li gor texmînê li Erzurum, Erzincan, Kars, Ardahan û aliyê rojavayê Ağrıyê bi navber baran, şilope û berf wê bibare.

Li herêmê tê payîn ku germa hewayê li gor şert û mercên demsalê be.

Bi şev germa herî kêm li Erzincanê sifir, di binê sifrê da li Ağrıyê 12, li Karsê 11, li Ardahanê 7, li Erzurumê 4, li Îdirê 5 pile û li Tunceliyê pileyek hat pîvan.

Nav rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê û Erzincanê 7, li Tunceliyê 6, li Ardahan û Erzurumê 2, li Karsê sifir, di binê sifrê da li Ağrıyê 3 pileye tê payîn.

Qalindahiya berfê li Ağrıyê 12, li Erzurumê 7 û li Karsê 3 santêm, li navendên kaşûnê jî qalindahiya berfê li Palandokenê 76, li Sariqamîşê 55 û li Erganê 18 santêm hat pîvan.

Ji ber ku li tevahiya herêmê bi taybetî bi şev û serê sibê qeşa, cemed tê payîn, rayedarên meteorolojiyê hişyarî da ku welatî baldar û bi tevdîr bibin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE