Li Rojhilatê rewşa hewayê

Bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifrê da bi 16 pileyî va li Erzurumê hat pîvan...

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilata Anadoluyê qeşa û cemed tê payîn û li Kars û Ardahanê jî berf wê bibare.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî, li aliyê bakur û rojhilata bakur ewrayî be.

Bişev û serê sibê qeşa û cemed yê payîn, ji bajarên herêmê li Kars û Ardahanê berf tê payîn.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.

Bi şev germa hewayê di binê sifrê da li Erzurumê 16, li Karsê 15, li Ardahanê 14, li Erzincanê 12, li Tunceli û Ağrıyê 11, li Iğdırê jî 4 pile hat pîvan.

Nav rojê germa hewayê ya herî zêde di binê sifrê da li Erzurumê 13, li Karsê 12, li Ardahanê 10, li Ağrıyê 9, li Erzincanê 7 û li Tunceliyê 6, li Iğdırê jî sifir pile tê payîn.

Qalindahiya berfê li Ağrıyê 35, li Erzurumê 20, li Ardahanê 15, li Karsê 11, li Tunceliyê 6, li Erzincanê 3, ji navendên kaşûnê li Palandökenê 85, li Sarıkamışê 62 û li Erganê 72 santêm hat pîvan.

Li tevahiya herêmê ji ber ku qeşa û cemed tê payîn û li deverên bilind talûkeya şepeyê heye, hişyarî hat dayîn ku şofêr û welatî baldar û bi tevdîr bin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE