Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li herêmê germahiya herî kêm a bi şev di bin sifirê da 12 pile li Erdexanê hat pîvan.

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm a bi şev li 7 bajaran di bin sifirê da hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be.

Serê sibê hişkî, cih cihan jî mij û moran wê çêbibe.

Germahî wê li gor demsalê  be. Herwiha ba jî wê ji milê rojhilat nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî nizim, li Tunceliyê pileyek, li Erzinganê di bin sifirê da 2 pile, li Îdirê di bin sifirê da 5 pile, li Erziromê di bin sifirê da 6 pile, li Agiriyê di bin sifirê da 10 pile, li Qersê di bin sifirê da 11 pile, li Erdexanê di bin sifirê da jî 12 pile hat pîvan.

Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde wê li Tunceliyê 17, li Erzinganê 16, li Îdirê 12, li Erzirom, Agirî û Erdexanê 10 û li Qersê jî 7 pile be.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE