Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê sayî û ewrsayî be.
Li herêmê germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê bakur û rojhilatê ra rabe, dibe ku car caran guj bibe.
Bi şev germahiya hewayê li Qers û Erdexanê 10, li Erziromê 11, li Erzincan û Agiriyê 15 û li Îdirê 20 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Erzincanê 35, li Îdirê 34, li Agiriyê 31, li Erziromê 29, li Qersê 28 û li Erdexanê jî 26 pile be.
AA