Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Rojhilatê germa hewayê li gor demsalê wê di navbera 5 û 8 pileyan da zêdetir be

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê li gor demsalê wê di navbera 5 û 8 pileyan da zêdetir be, ji ber vê hişyarî hat dayîn welatî baldar bin.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê kêmewrayî û sayî be.

Li herêmê ba wê ji aliyê bakur va bê, germa hewayê jî wê li gor demsalê di navbera 5 û 8 pileyî da zêde be.

Bişev germa hewayê ya herî kêm li Ardahannê 12, li Karsê 13, li Erzurum û Ağrıyê 14, li Erzincanê 19, li Tunceliyê 22 û li Iğdırê 23 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Tunceliyê 40, li Îdir û Erzincanê 39, li Ağrıyê 34, li Erzurumê 33, li Kars û li Ardahanê 32 pile tê payîn

Rayedaran daxuyand ji ber ku tîrêjên tavê di navbera saet 11.00-16.00an da tîk tên, kal, pîr, zarok û kesên ku nexweşiya wan a kronîk heye divê van saetan li ber tavê nemînin ku tav li wan nexe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE