Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê barana gur wê bibare.

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li gor texmînê li herêmê hewa wê sayî, kêm ewrayî û pir ewrayî be.

Ji danê nîvro pê va li Ardahan û Iğdırê, li bakurê Karsê û rojhilatê Ağrıyê barana gur û tavî tê payîn.

Li gor texmînê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji aliyê bakur car caran bayekî nîvqewî wê rabe.

Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm li Ardahan û Karsê 6, li Ağrıyê 8, li Erzurum û Erzincanê 10 û li Iğdırê 13 û li Tunceliyê jî 15 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Tunceliyê 36, li Erzincan û Iğdırê 32, li Ağrıyê 29, li Erzurumê 28, li Karsê 27 û li Ardahanê jî 25 pile tê payîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE