Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Rojhilatê Anadoluyê germahî wê zêde be

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Tê texmînkirin li herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê li gor demsalê wê 3-6 pile zêde be.

Li gor daxuyaniya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê li herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be.

Tê texmînkirin germahiya hewayê li gor demsalê wê 3-6 pile zêde be, ji hêla bakur û rojhilat bayekî nerm, car caran jî nîvqewî rabe.

Li herêmê bi şev germahiya herî kêm li Karsê 6, li Ardahanê 7, li Ağrıyê 9, li Erzurumê 10, li Iğdırê 15, li Erzincan û li Tunceliyê jî 17 pile hat pîvan.

Tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 37, li Erzincan û Iğdırê 35, li Ağrıyê 32, li Erzurumê 30, li Karsê 29 û li Ardahanê jî 28 pile be.

Nîvro ji ber ku tîrêjên tavê tîk tên û zêde germ e hişyarî hat dayîn ku zarok, kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, kal û pîr bila dernekevin derva, derketin jî bila ji bo germê baldar bin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE