Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê wê di navbera 3 û 5 pileyî da zêde bibe.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevhiya herêmê hewa wê ewrsayî û sayî be, piştî wextan wê kêmewrayî bibe.
Li gor texmînê germa hewayê ya herêmê wê di navbera 3 û 5 pileyî da zêde bibe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Ardahanê 6, li Karsê 8, li Erzurum û Ağrıyê 10, li Iğdırê 15, li Erzincanê 16 û li Tunceliyê 18 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 37, li Iğdır û Erzincanê 34, li Ağrıyê 31, li Erzurum, Kars û Ardahanê 29 pile hat pîvan.
AA