Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 3 pileyî li Karsê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û sayî be.
Li gor texmînê li herêmê germa hewayê wê li gor demsalên di navbera 3 û 5 pileyan da zêde bibe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erzincanê 9, li Iğdırê 5, li Erzurumê 4, di binê sifirê da li Ağrı û Ardahanê pileyek û li Karsê 3 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Erzincanê 26, li Iğdırê 24, li Ağrıyê 22, li Erzurumê 21, li Kars xw Ardahanê 20 pile tê payîn.
AA