Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li herêmê bi şev germahiya herî nizim, di bin sifirê da 12 pile li Qers û Erdexanê hat pîvan

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya herî nizim, di bin sifirê da 12 pile li Qers û Erdexanê hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be.

Li herêma ku germahî dê di ser asta demsalê da be bi şev û destê sibehê hişkî, cih cihan jî mij û bûsî dê çêbe. Herwiha ba jî dê ji milê başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî nizim, di bin sifirê da li Îdir, Erzingan û Erziromê 5, li Agiriyê 11, li Erdexan û Qersê jî 12 pile hat pîvan.

Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde dê li Erzinganê 12, li Îdirê 11, li Erzirom, Agirî û Qersê 9 û li Erdexanê jî 7 pile be.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 10:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE