Li Herêma Rojhilaê Anadoluyê bi şev germahiya herî kêm bi 3 pileyên binê sifirê va li Qersê hat pîvanidn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, ji nîvro pê va li Erzurum, Kars û Tunceliyê şiliyê bibare.
Germahiya hewayê ew ê bi qasî 2 û 4 pileyan ji ya demsalê zêdetir be, nayê ji aliyên başûr û başûrê rojava ra rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Karsê di binê sifirê da 2, li Ardahanê sifir, li Ağrıyê 3, li Erzurum û Iğdırê 6, li Tunceliyê 7, li Erzincanê jî 8 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Tunceliyê 25, li Îdir û Erzincanê 23, li Ağrıyê 20, li Karsê 19, li Erzurum û Ardahanê jî 18 pile be.