Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm a bişev di binê sifirê da 21 pileyan va li Ağrıyê hat pîvan.

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm a bişev di binê sifirê da 21 pileyan va li Agiriyê hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê qismên bakur hewa wê pir ewrayî be, destê sibê jî cemed, hişkî, mij û dûmanê çêbe.

Germahî li gor demsalê wê zêde be, ba jî wê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li herêmê bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da li Ağrıyê 21, li Karsê 16, li Ardahanê 15, li Erzurumê 9, li Iğdırê 8, li Erzincanê 3, li Tunceliyê jî 2 pile hat pîvan.

Tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Tunceli û Erzincanê 10, li Erzurumê 3, di bin sifirê da li Karsê pileyek, li Ardahanê 2, li Iğdırê û Ağrıyê 4 pile be.

Ji ber ku li herêmê hişkî, cemed, mij û dûmanê çêbibe hat daxuyandin ku şofêr di serî da welatî û rayedar bila baldar û bi tevdîr bin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE