Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Rojhilat ji ber sir û sermayê şembelûkên qasî 5 mêtroyan dirêj in çêbûn

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Sir û sermaya li Rojhilatê Anadoluyê jiyanê dixe tengasiyê.

Li Erzurumê ji ber serma û hişkiyê kuçe û kolanan qeşa girt.

Bi baniyên hin avahiyan va şembelûk daliqîn, ekîbên şaredariyê qeşaya ser peyarêyan şikandin.

- Kars

Li Karsê ji ber hewaya sar gol, çem û robaran qeşa girt.

Di baniyên hin avahiyan da şembelûk çêbûn.

Welatiyan ji bo sermayê betanî û merş avêtin li ser wesayîtên xwe.

Li Sarıkamışê mij û dûman çêbû, mesafeya dîtinê kêm bû.

Ji ber hewaya ser li ser dar û beran qirawî çêbû.

Sûlavên biçûk Newala Keklîlê jî qeşa girtin.

-Ardahan

Li Ardahanê serê sibê berfeke hur barî, hewa sar bû.

Ji ber sir û sermayê rê û peyarêyan qeşa girt.

-Ağrı

Li Ağrıyê jî hewa sar bû.

Li zinarên nêzîkî gundê Yolyaziyê şembelûkên qasî 5 mêtroyan dirêj in çêbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE