Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî nizim di bin sifirê da 8 pile li Karsê hat pîvan.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê kêm û perçe ewrayî be û her wisa sibehê zû û nîvê şevê cemed, hişkî, mij û bûsî dê çêbe.
Li herêma ku germahî dê di ser asta demsalê da be, ba jî dê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê da li Karsê 8, li Erzurumê 7, li Ardahanê 5, li Erzincanê 4, li Ağrı û Iğdırê 2 û her wiha li Tunceliyê jî pileyek hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Tunceli û Erzincanê 6, li Erzurum û Iğdırê 2, li Kars û Ardahanê sifir û li Ağrıyê jî di bin sifrê da pileyek be.
Ji ber ku li temamiya herêmê hişkî û cemed dê çêbe, ajokar di serî da ji welatî û peywirdaran hat xwestin ku baldar û bi tevdîr bin.
AA