Li Rojhilatê rewşa hewayê

Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf tê payîn.

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê demek e şilope û berf dibare û wê bi navber dewam bike.

Li gor texmînê li Kars û Ardahanê şilope, li deverên bilind berf, li cihên din jî bi navber baran, şilope û berf wê bibare.

Li herêmê tê payîn ku germa hewayê li gor şert û mercên demsalê be.

Bişev germa hewayê ya herî kêm li Iğdırê 12, li Tunceliyê 6, li Erzincanê 5, li Erzurum û Ağrıyê 2, li Karsê pileyek û li Ardahanê di binê sifirê da pileyek hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Iğdırê 19, li Tunceliyê 17, li Erzincanê 15, li Erzurum, Kars û Ağrıyê 10, li Ardahanê 7 pile tê payîn.

Ji navendên xweşiqitandinê qalindahiya berfê li Palandökenê 139, li Sarıkamışê 105 û li Konakliyê 100 santêm hat pîvan.

Ji ber ku li herêmê qeşa, cemed, mij û xumam tê payîn û li ber pal û berpalan talûkeya şepeyê heye, divê welatî baldar û bitevdîr bin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE