Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Rojhilatê Anadoluyê tê texmînkirin qerm dê bikeve erdê...

Li Rojhilatê rewşa hewayê

texmînkirin, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev û ber destê sibehê qerm dê bikeve erdê û her wiha hişkî dê çêbe.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be û her wiha nîvê şevê û destê sibehê cemed û qerm dê çêbe.

Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Iğdırê 2, li Erzincanê 3, di bin sifirê da li Karsê 6, li Ardahanê 5, li Erzurum û Ağrıyê 3 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Iğdırê 18, li Erzincanê 17, li Ağrıyê 11, li Erzurum û Ardahanê 10 û li Karsê jî 9 pile be.

Li navendên kaşûnê sitûriya berfê li Palandökenê 136, li Sarıkamışê 105 û li Konaklıyê jî 88 santîmetre hat pîvan.

Ji ber ku li temamiya herêmê hişkî û cemed dê çêbe, ajokar di serî da ji welatî û peywirdaran hat xwestin ku baldar û bi tevdîr bin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE