Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li herêmê bi giştî bi şev germahiya herî nizim, di bin sifirê da 8 pile li Qersê hat pîvan

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li 7 parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê bi şev ket binê sifirê.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê bi giştî hewa dê kêm ewrayî be û bi demê ra jî dê bibe perçe ewrayî.

Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be bi şev û destê sibehê jî hişkî û herwiha cih cihan mij û bûsî dê çêbe. Dîsa ba jî dê ji milê başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî nizim, di bin sifirê da li Qersê 8, li Erdexan û Agiriyê 6, li Erzirom, Tuncelî û Îdirê 4 û li Erzinganê jî 3 pile hat pîvan.

Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde dê li Tunceliyê 13, li Erzinganê 11, li Îdirê 8, li Erzirom û Agiriyê 7, li Qersê 3 û li Erdexanê jî 2 pile be.

- Li daristanên darçamên zer çirûsîna qiraviyê

Ji aliyekî din va jî li herêmê bi şev ji ber hişkiyê li Sariqamûşa navçeya Qersê ku ji ciyên herî bilind ên Tirkiyeyê ye, li ser darçamên zer ên daristanê qiravî çêbû.

Dîmenên xweş ên qiraviya li ser darçamên daristanê bi droneê ji hewa hatin kişandin.

Li navenda bajêr jî ji ber hişkiyê avên newalan qerimîn, li ser dar û nebatan qiravî çêbû.

Hin welatiyan jî ji bo ku neqerimin, wesayîtên xwe bi betanî û brandayan nixumandin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE