Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Erzurum, Ardahan, Kars, Ağrı, Erzincan û Iğdırê baran tê payîn

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Tê payîn ku li Erzurum, Ardahan, Kars, Ağrı, Erzincan û Iğdırê baranê bibare.

Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê ragihand ku li herêmê wê hewa ewrayî be.

Li Erzurum, Kars, Ardahan û dor û berê Ağrı, Erzincan û Iğdırê wê baran bibare.

Germahiya hewayê wê li gor demsalê be û ba jî ji alî başûr va wê bê û car caran tesîra xwe zêde bike.

Germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da li Erzurumê 2, Karsê 1, Ardahanê, sifir, Erzincan û Ağrıyê 3 û Iğdırê jî 8 pile hat pîvandin.

Di nav rojê da jî germahiya herî zêde li Iğdırê 16, Erzincanê 13, Karsê 9, Erzurumê 8 û Ardahan û Ağrıyê jî 7 pile tê payîn.

Ji welatiyan hat xwestin ku li herêmê qeşa, cemed, mij, pûk û talûkeya aşîtê heye û ji ber van yekan jî bila baldar bin û bi tevdîr tevbigerin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE