Hat ragihandin texmîn dikin ku li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê baranê bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, texmîn dikin ku li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê baranê bibare.
Germahiya herêmê ew ê ji ya demsalê kêmtir be û dibe ku ba rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Erdexanê 0, li Qersê 1, li Erzirom û Agiriyê 4, li Erzincanê 9, li Tunceliyê 10, li Îdirê 11 pile hat pîvandin.
Texmîn dikin ku bi roj germahiya hewayê li Tunceliyê 29, li Erzincan û Îdirê 26, li Erzirom, Qers û Agiriyê 22, li Erdexanê 21 pile be.
AA