Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li 3 bajarên Rojhilatê Anadoluyê berf û baran tê payîn.

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Erzirom, Qers û Erdexanê li cihên bilind berf û baran tê payîn.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê perçe ewrayî û dem demî jî pir ewrayî be, baraneke gur wê bibare.

Ji êvarê pê va li Erzirom, Qers û Erdexanê barana gur, şilope û li cihên bilind jî berf tê payîn.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê di navbera 2 û 4 pileyan da kêm be, ji hêla bakur bayekî nerm wê rabe, carna jî wê nîveqewî dewam bike.

Li herêmê bi şev germa herî kêm li Erdexanê û Qersê 6, û li Erziromê û Agiriyê 7, li Erzincanê 11 û li Îdirê jî 13 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 30, li Agiriyê 21, li Erzincanê 20, li Erziromê 19, li Qersê 18 û li Erdexanê jî 16 pile tê payîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE