Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li 6 bajarên Rojhilatê Anadoluyê tavî û teyrok wê çêbibe.

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê tavî û teyrok tê payîn.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be, Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Îdir û Erdexan di serî da herêmê dem demî tavî û teyrok tê payîn.

Li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî û Erdexanê ji danê nîvro heta êvarê bi navber tavî û teyrok tê payîn.

Li gor texmînê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be, ji hêla rojava û bakur bayekî nerm dem demî jî nîveqewî bê.

Li herêmê germa hewayê ya herî kêm li Qersê 5, li Erdexanê 6, li Agiriyê 7, li Erziromê 9, li Erzincanê 12 û li Îdirê 16 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 31, li Erzincanê 27, li Agiriyê 26, li Qersê 24, li Erdexan û Erziromê jî 22 pile tê payîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE