Li 7 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê li gor demsalê zêde tê payîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê ewrsayî be û kêm ewrayî be.
Li herêmê tê payîn ku germa hewayê li gor demsalê wê zêde be.
Bişev germa herî kêm li Erdexanê 10, li Qers û Agiriyê 13, li Tunceliyê 14, li Erziromê 16, li Erzincanê 18 û li Îdirê jî 21 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 38, li Tunceliyê 37, li Erzincan û Agiriyê 34, li Erzirom û Qersê 32 û li Erdexanê jî 31 pile tê payîn.
AA